eva ew roj ku
kêfa min ji kîjan stranê re bê
ez dê wê stranê bistrêm…
tu kes dê ji min nepirse,
„gelo tu îro çawayî?“
loma dê ez
di „roja mezin“ de
rûkenbim…
roj
roj
„roja mezin“…
Gulan
2002
Çavkanî: azad avci; dilopên
nîsanê, Stembol 2008, Weşanên Komal.