Freitag, 17. März 2017

Helepçe, evîna min… Helepçe

dawiya sibatê adar ji qulincên zivistanê diwelidiya
û adar ewrek tarî ji jahra mijokdariyê barkirîbû
hêj beriya nevrozê destpêkiribû șîna evîna min
û dibarand dilopên xwe
 
dê ew roj newroz șahiya xwe di xeliçeyek kurdî de binexșandiya
 
ez hêj zarok bûm, an jî simbêlên min nû xwedan didan
min xwe ji bo pêgandina șahiyek nû amade dikir
tepînên dilê min xwe li gor demeke nû yê bi reng û reng hildiavêt
êdî qeșa û cemedên li ser min dê bihelîna
dê dilînên min wek cemekî biharê boș biherikiya
jiyan berbi cergûbezek ve reng bi reng govend girêbidaya
û xweza dê xwe mîna bûkek xwemilandiya
dinya berbi kesk sor û zer ve gavek nêzîktirbûya
li dû șînên berê de
stranên evîniyê xwe ji bo demsalek nû biafirandiya
 
niha pêșiya her adarê destpêdike sancûyên min
beriya ku ez bigihîjim adarê dest pê dike ewrên gewr
li ser min.
beriya ku ez bigihîjim adarê tepînên dilê min wekî guleyên pêșmerge li dû hev diteqin.
û ez li benda rojekê xweștir de berêvara 17 Adarê li Helepçe diçilmisim,
gul ji çiqlên min diweșin…
 
Adar im ez
jêderkên hemî hêviyên min çar roj beriya newrozê tê zuwakirin
û ez dergușek çar roj șûnde li ber sînga dayîka xwe mirî me,
lê hêjî bi giyan im,
ji hezar salan berbi pêșerojek azad ve difirim.
ez mirî me,
bi giyanek pîroz im,
di hemî zeviyên bej ên vê welatê de șax didim berbi hêviyên nû ve.
 
avdar e,
dema avên ku li xwezayê digere…
giyana ku li xewkerên serxweș vedije.
ava destpêka jiyanek nû.
destpêka șahiya xweza ya pîroz.
demek dawiya bageran.
demek dawiya bahozan,
û destpêka pêlên bilind.
ax çiqas kû digirîn meluliyên min le gel șahiyên min.
kî dê jî min hêviyek bixwaze,
kî dê li min vegere stranek bistrîne.
ax ez civîkek bûma
bifrîma berbi cîyên ku ranagehim,
min bidîta ji çiyayên bilin
ka dê çawa destpê bikira rûhê adarê di vegera demsalek nû de.
 
di bin siya destpêka demsaleka nû de melul im
û dema ez destpê himbêzkirina roja nû dikim,
li min bobalatekî peyda dike di serê sibe ya salvegara helepçe de.
 
Û digrîm… û digrîm…
 
berbi windabûyan ve… di stranek têjî qêrîn de destê xwe dirêjê destê wan dikim. hinek caran li mirinê digerim dema guhên min wê stranê dibihîzin… wekî ku stranek bênav e, naxwazim nasbikim gotinên wê, lê li min xerîb nayê awazê wê, ji min gelek dûr e, kena wê ya li pêș min li min gelek nêzîk xuyadike, her tim winda dikim, lê ez li pêy wê me û cardin li xwe vedigerim, di gûhên min de qêrînek ji peyvoka hêvî diçingîne.
 
ji nû ve ruhê min li min vedigere
berbi nîsanê ve șiyar dibim
lêvên min ji kedera rûyê min bișînin
 
helepçe, evîna min… helepçe
 
azad avci
meha adarê 2005 – 2006
 
Çavkanî: azad avci; dilopên nîsanê, Stembol 2008, Weşanên Komal

Freitag, 10. März 2017

XURBET



Diltengiyê didin qafiye di stiranên bêriyê de
Lewra ku hertim xurbet veşartî bûye
Û kalînên berxekî piçûk di dilê me de

Fetisîneke pir bi pîhn li derve di hewayê de
Perpitîna dil û qêrînên girtî di sîngê de
Tiştek li ser zimanê min e ku hê ti kesî negotiye

                                                                                               Tîrmeh 1981


Çavkanî: Sabah Kara; Mersiyeyên Rojhilat, weşanên Nûbihar, Stenbol 1998