Sonntag, 4. Juni 2017

NEYNIK


Carna bi saetan
Li hemberê neynikê dimam
Bi lez û bez min peyvên xwe sererast dikir
Li pêş neynikê
Û ez derdiketim
Diçûm li nav gund û bajaran digeriyam
Di meha tîrmehê de diçûm paletiyê
Li bajarê Amedê
Li taxa Deriyê Çiyê
Min kindira xwe li sêdarkê dixist
Li Hîroşîmaye û Helepçeyê
Min bîna gazên kîmyewî dikişand pozê xwe
Li ewrûpayê dibûm cihû
Û min hesrên Yehova pak dikir
Li jêra behra spî
Min zarokatiya xwe dida ber birçîbûne
Paşê bi şopên peyvên serarast re
Bi aramî dihatim pêş neynikê
Min tewaf dikir neynik
Wekî kevirê hecerul eswedê…

Yek caran jî
Şa dibûm bi qilafetê xwe
Li pêş neynikê
Li pêş çavê civatê
Û peyvên min di nav lêvên min de
Berevajî bazdida pêş neynikê
Wê demê…
Talanê dest pê dikir
Li gund û bajaran
Azman dihat parvekirin
Bi top û tivingan
Bi cih dikirin dojeh
Li ser rûyê cîhanê
Ez jî hîn di guhê gê de dimam
Paşê vedigeriyam bi ser ujdana xwe ve
Min dixilxiland edî
Hemû neynikên cîhanê

Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir