………………
Nihêrînek jî heye li dûrî çavan
Hembêzkirinek jî heye ji bilî milan
Bêhnkirinek jî heye çawa bêbinîne derya
Pirsînek jî heye naqedin bersiv
Dûr e dûr
Hin talepkar jî hene
Dibe jî nabe jî, wek çeqelan
Lê gur jî hene meha çila
Zûr e zûr
Tenê bi ken nîn e mirov
Şev saet nîvê şevê jî heye
Kûr e kûr
Mirinek jî heye heya dawiya emrekî
Hûr e hûr
Çavkanî: Mem Med,
Janistan, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2014