em bi hev re mirin mirovno!
pênc hezar însan
ne şînahiya esmanan
ne xweşikbûna kulîlkan
herikîna çem û robaran
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ye êdî.
stranên me yên evînî rawestiyan
lê negerin
naxuye
di bîbikên me de jiyan
ji toza ewrên zer û bêhna sêva riziyayî zêdetir.
jixwe em xizmên hev bûn
xewn û xeyalên me wek hev
em bi hev re mirin
pênc hezar însan.
Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê
re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 73