Donnerstag, 16. Mai 2019

Gazin I


bala xwe didim mirovan bi pirranî kor in
rojeke wan naşibe ya din
tiştên herî bi nirx ji wan re dirav in
ji kevokên teqle-avêj çalaktir in

gelek ji wan şalûs û xweşek in
dûvpişk in, mar in, beq in
ne şerm ne çand ne tore dizanin
wekî ava li binê kayê diherikin

ji kê re gotim; bira
heta jê hat li min tefand çira
ne êl ne xal û ne xwarzî dizanî
malik li Kurdan xera kir bav û bira

Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 134

Samstag, 4. Mai 2019

Gazînên Helbestan


Her ku…
Mûmekê…
Li mezargeha jînê vêdixim
Tovên şahiyê...
Di malzaroka xewnan de diçînim
Û berve kenê cejnê dibezim
Morîkên êşan…
Di stiwê bîranînan de vedibrûsin
Hevok…
Dawa xwe
Ji tîpên jibîrkirinê danaweşînin…
Û gazînên helbestê
Li ber bendava striyan
            Û zeviyên xeman vedijenin.

Çavkanî: Vejîna Kurd. Gulistan Pîr Nabin. Sersera. Çapa yekem 2019. Rûpel: 86