Ji bo zarokan
Hebû nebû
Hêşta kes ji me nebû
Ev cîhan
Depekê şanoyê bû
Çar ekter
Bi rêz hatine ser
Zivistana berfîn
Buhara rengîn
Havîna zêrîn û
Paîza nazdar û nazenîn
Zivistanê
Kaxezeka spî
Ji berfa xwe çê kir û
Da destê buharê
Buharê
Bi tiliyên xwe
Kire çîmeneka şîn
Tijî kulîlkên rengîn
Havîn hat û
Hemî çinîn
Hemî di ber kezî û
biskên xwe ra kirin û
Rûnişte bin sîbereka hîn
Paîz sil bû
Xwe di axê veda
Bû toz û hirr û ba
Kire girî
Bu teqn û herî
Paşî dest da meqesa xwe
û
Kezî û biskên havînê
Di binî ra birîn
Esman tûre bû
Birûskek rahêla û got:
„Dubare bikin,
Ev lê nebû!“
Ji hîngê were
Şanogeriya van ekteran,
Her eve ye
Ji hîngê were
Em bînerîn û
Bihayê dîtina her carekê
Salek ji temenê me ye.
Û hosa
Zarok mezin dibin
Mezin pîr dibin
Pîr jî
Vê çîrokê bo me dibêjin:
Hebû nebû
Hêşta kes ji me nebû
Ev cîhan
Her hebû
Her ev bû.
Engere
18/6/2018
Çavkanî: Mueyed Teyib: Gemiyek li Nav Biyabanê. Wêșanên avesta, Stembol 2019, Rûpel: 211-214