Donnerstag, 27. Mai 2021

Bêjin çiyakê min bila bêriya min neke

 

Di ber guhê çiyakê min de bêjin
Bila ewqas bêriya min nekê
Singa min a çepê ku firiya bû bi gulleyekê re
Goristan e vêga ji wê perperîka şîn re
Û fera dilê min di bin zinarekî de
Guldank e ji taya Nêrgizê re
Çi bikim hîna girêka kor e ev çîrok
Stêrka ji xwînê ye welat.
 
Eger hat û eza parzinkirî ji pelkên gwîzê qerimîm
Li xerîbiyê
Wê ev tenêbûna bi serpûşa mor î qedîfeyî
min di nav fîstanekî binevşî de mirî
lê hîna evîndar
li te vegerîne.

 

Çavkanî: Fatma Savci. Danê Baranê. avesta. Stembol 2018. Rûpel: 9

Montag, 18. Januar 2021

Qerez

Çendî min dixwest
Hevîrê demê
Ji arvanê şahiyê bistirêm
Û ji rengên bedewiya te
Keskesorekê…
            Lî ser sîngê asîmên raxînim.
Min dixwest zaroktiya sibehan
Bi tîpên nazdariya te bilîskînim
Û henaseyên buharê
            Di xortaniya xewnên te berdim.
Min pir hewil da
Axîn û nalînan
Ji gewriyên birîndar derxînim
Û di bin latê jibîrkirinê de
            Wan bihelînim.
Min xwest birînên bajaran
Bi deziyê mirovahiyê bidrûm
Rondikên dayîkan
Di nav xêzên helbestê de
            Zuha bikim
Zarokên ku
Li ber kêlikên dayikan rûniştine
Ji şîrê şahiyê venekim
Û şîna peyvê
Bi mizgîniya hêsayîbûnê rawestînim
Qederê…
Qerez bi min kir
Ne tenê xewn û hêvî
Ji tûrikê min daweşandin
Lê…
Sorbûna xwînê
Bi ser çîkdana hêviyan de darivand
Ez bûm hevalê êşê
Û hestên min
Berve hawarên zeytûn
            Û merxên te bazdan.


Çavkanî: Vejîna Kurd. Gulistan Pîr Nabin. Sersera. Çapa yekem 2019. Rûpel: 77-78

Montag, 30. November 2020

Efsaneya Werzan

                                    Ji bo zarokan
 
Hebû nebû
Hêşta kes ji me nebû
Ev cîhan
Depekê şanoyê bû
Çar ekter
Bi rêz hatine ser
Zivistana berfîn
Buhara rengîn
Havîna zêrîn û
Paîza nazdar û nazenîn
 
Zivistanê
Kaxezeka spî
Ji berfa xwe çê kir û
Da destê buharê
Buharê
Bi tiliyên xwe
Kire çîmeneka şîn
Tijî kulîlkên rengîn
Havîn hat û
Hemî çinîn
Hemî di ber kezî û biskên xwe ra kirin û
Rûnişte bin sîbereka hîn
 
Paîz sil bû
Xwe di axê veda
Bû toz û hirr û ba
Kire girî
Bu teqn û herî
Paşî dest da meqesa xwe û
Kezî û biskên havînê
Di binî ra birîn
Esman tûre bû
Birûskek rahêla û got:
„Dubare bikin,
Ev lê nebû!“
 
Ji hîngê were
Şanogeriya van ekteran,
Her eve ye
Ji hîngê were
Em bînerîn û
Bihayê dîtina her carekê
Salek ji temenê me ye.
Û hosa
Zarok mezin dibin
Mezin pîr dibin
Pîr jî
Vê çîrokê bo me dibêjin:
 
Hebû nebû
Hêşta kes ji me nebû
Ev cîhan
Her hebû
Her ev bû.
 
                        Engere
                        18/6/2018

 

Çavkanî: Mueyed Teyib: Gemiyek li Nav Biyabanê. Wêșanên avesta, Stembol 2019, Rûpel: 211-214

Samstag, 21. November 2020

Helbest

Wek her car
Derengî şevê dihêt
Wek her car
Min ji nav cihan dihîne der û
Heta berê spêdê
Nahêle ez binivim
Ez nizanim
Kengî û çawa di xew diçim
Lê dema roj
Werîsekî li esmanan bilind dibe û
 
Xuh bi cêhnîkên pencera min da dihête xwar û
Ez çavên xwe vedikim…
Kaxezeka li ser balgehê min hêlay
Wek zeviyeka genimî
Li ber tava buharê
Guliyên xwe dayne bay.
 
                        Dihok
                        10/11/2018

Çavkanî: Mueyed Teyib: Gemiyek li Nav Biyabanê. Wêșanên avesta, Stembol 2019, Rûpel: 141-142

Sonntag, 5. Januar 2020

Şervanekî winda


Li Farqînê, kalemêrekî şeht,
pişta xwe dabû dîwarê kela Zembîlfiroş
tûrikê titûna wî li ber wî bû
Qelûna xwe dadigirt û digot:
Ji we heye ev titûn e
Ev biskên kezîzerên çiyayê Kurmênc in
Ji we heye ew qelûn e
Ev kezeba dayika min e ku ev 5000 sal in li ser min dişewite
Ev ne dîwarê kela Zembîlfiroş e
ne jî dîwarê zindana Amedê ye
ev xewn û hêviyên şikestî ne ku bûne
dîwarê poşmanî û girî.

Ey dîwaro
dîwarê şeva min a têkçûyî
şeva tî, şikestî, vêketî
her kevirekî te, mirinekî min e
Hingî hatime kuştin, min rojbûna xwe ji bîr kiriye
Hingî têm kuştin, nema karim gorên xwe yên winda
bihêjmêrim.

                                   Bismil – Amend
                                   13/4/2015

Çavkanî: Hoşeng Osê: fîncana jehrê, Ji rojnivîsên şervanekî winda. Wêșanên avesta, Stembol 2017, Rûpel: 33-34

Dienstag, 17. Dezember 2019

dadgeh


serbilind im
min serê xwe neçemand
bejna xwe netewand
li ber zaliman

bextewar im
çi hatibe ser sifra min
çi çûbe hinavê min
keda destê min e
an mîrat e
ji malbata min

ne xem e
min ne mal û milk
ne şan û şohret e
ne jî xaniyek bala
koçk bi însanan dagirtî

min fihêt û şerm e
di pêncî û sê saliya xwe de jî
hê bindest
û bê dewlet im

            Semsûr, 2003

BERKEN BEREH, Çemê Baranê (Şi’r). Wêșanên avesta. Stembol 2019, rûpel: 43

Dienstag, 15. Oktober 2019

Strana Dawiyé


li ser baské pelé payîzî
difirim bi hemû sivikiya xwe
tu tişt ne xema min e
wiha dûrî heyaté

li ser baské péleke spî
difirim bi hemû xeyalén ji bîr bûyî
dibihurim ji asoyén teng
ji hezkirinén erzan
ji éşén sivik

li ser baské bayé ziryané
difirim bi awaz û ji hiş çûyî
dibihurim ji qonaxan yek bi yek
wiha dûrî heyaté
nézikî miriné

fihél dikim hemû kesén ku min dikerixînin.


Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 286