Çendî min dixwest
Hevîrê demê
Ji arvanê şahiyê
bistirêm
Û ji rengên bedewiya te
Keskesorekê…
Lî ser sîngê asîmên raxînim.
Min dixwest zaroktiya
sibehan
Bi tîpên nazdariya te
bilîskînim
Û henaseyên buharê
Di xortaniya xewnên te berdim.
Min pir hewil da
Axîn û nalînan
Ji gewriyên birîndar
derxînim
Û di bin latê
jibîrkirinê de
Wan bihelînim.
Min xwest birînên
bajaran
Bi deziyê mirovahiyê
bidrûm
Rondikên dayîkan
Di nav xêzên helbestê de
Zuha bikim
Zarokên ku
Li ber kêlikên dayikan
rûniştine
Ji şîrê şahiyê venekim
Û şîna peyvê
Bi mizgîniya hêsayîbûnê
rawestînim
Qederê…
Qerez bi min kir
Ne tenê xewn û hêvî
Ji tûrikê min daweşandin
Lê…
Sorbûna xwînê
Bi ser çîkdana hêviyan
de darivand
Ez bûm hevalê êşê
Û hestên min
Berve hawarên zeytûn
Û merxên te bazdan.
Çavkanî: Vejîna Kurd. Gulistan
Pîr Nabin. Sersera. Çapa yekem 2019. Rûpel: 77-78
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen