Me kon dagirti bûn li zozanên jor
Dihatin keryê pêz him diz û him gur
Diparastin şivanan pez dor bi dor
Xençer li ber navê bûn, hevalê xwe ço.
Bi ro min diçêrand, pezê me î hekal
Ku êvar dadiket, min dajote mal
Mîyan çêdikir ji xwe re mexel,
Li Sîya digerîn, gava germ dibû ro.
Bi kod û sîtilan, jin dihatin bêrîyê
Yek caran bi derengî, diman tarîyê
Yan xatûn hêrs dihat yan şivan diqehrî
„Roj dihere ava, ez dereng mam“ digo
Em zarok bi hev ra diçûn hûrikan
Me hurik dikirin têrik û tûrikan
Me pî dikir tanîn, datanîn ber kon,
„Hindik ber êr kin, wisa zo bi zo“
Bi qalkirin wesa tişt teva nabin
Jin li zozana berê waha bûn,
ji bo jinek nû xweng bira nabin!
Û Temeli debê em mane li ku?
Çavkanî: Hozan Temelî; NAMIRIM,
Weşanên temelî, Elmanya