Mittwoch, 12. November 2014

Nemiraztîya Wanê

Ciyê çûyîna te me,
Çûyîna te li pêş çavên min,
Digerim li vir
Belkî piyên min
                    li şûna piyên te bikevin.

Lêketin
Girtina rojê
Girtina heyvê ye
Emrê min!

Cara pêşin, di bêhna Behra Wanê de,
Min dirêjî te kir,
Li ber Çîyayê Erekê,
Gul hêşîn dibûn,
Tenê li wê derê,
Li Sixkê,
Gula dara erxewanê.

Di dirêjayiyê de, Artos,
Artos dibêjim,
Dilê aşiq e,
Bawer nekiriye maşûq,
Bi lepan ve qelaştiye dilê xwe,
Pêşkeş kiriye aşiq
Dilekî duqef e Artos.

Li aliyê din,
Sîpanê Xelatê,
Di valabûna xwarê de,
Qîrîna Sîyabend tê guhê min,
Bi bêhn û hesreta  xwe ya bi hezar salan ve,
Bi zimanê zikmakî,
Ez ji te hez dikim,
Dibêje,
Dibêjim.

Dorava Tamarayê,
Ne bi tenê nemiraztiya
Qîza keşe û şivanê bêkes,
Ya min û te ye,
Li ser dilê min rûniştî,
Emrê min

06.11.2006 – Amed


Çavkanî: Jan Dêran; şev û Deng.. Çapxaneya Lis, Berfanbar 2008 Dîyarbekir

Dienstag, 9. September 2014

JIBO HEVDEMAN / Pût



Ev ew mal e ku b’hêjmara nefesên
Azerê Pûtvan pût li ser pûtan têde rêzkirî
Bişkîn pûtên vî xaniyî Birahîm bişkîn
Ha „şêx“ be navê wan ha „serok“ be ha „welî“
Bişkîn pûtên vî xaniyî Birahîm
Ha nêzîkgerê bi heq be navê wan
Ha melaîk be
Bişkîn pûtên vî xaniyî Birahîm bişkîn

Gulan 1981


Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Mittwoch, 20. August 2014

JIBO HEVDEMAN /Ço



Bavêje j’destê xwe wî çoyê ku tu

Çiloyan dibirrî j‘berxên xwe re pê

Pal didî li ser hifza xwe dikî ser pîyê xwe disekinî pê

Berxên xwe diçêrinî j’destê xwe bavêj

Ha can be navê wî ha canan be

Bavêje çoyê xwe j’destê xwe Mûsa

Dê daqurtînê werîsên sihirbazan tê bibînî

Bavêje j’destê xwe Mûsa wî çoyî

Da ku daqurtînê werisên tankî û topî û tifingî

Gulan 1981

Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Montag, 28. Juli 2014

cejn



cejna remezanê xilas dibe
betlana sirûştî û azad diqede sibê
em ê xatir bixwazin
                û derkevin ji gundê malbabê
siha dara gûzê û spîndarê
                dimîne ji bo ba û payîzê
û ava çeman
                hênekahiya zozan û karêzê…

xilas
lê cejneke rind bî
piştê bîst salan
serî ta binî cejna ‘umirzarokatiya min bî
bi yek roj bî
bi têra xwe sade û tijî bî
milemil bî
diledil bî…

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar

Samstag, 19. Juli 2014

Roj Nézike



Çi dibéjin bibéjin,
Şeva tarî bé stêrk ú bé hîv e.
Payîz e,
Daran pelén xwe weşandine.
Berf ú baran nabarî.
Tarîye…

Stêrkén li ezmanan digerim,
Tu tiştî nabînim.
Ewrén giran hemú ezman por kirîne.
Tenétîya min dikeve bîra min.

Birusk vedije,
Guhén xwe digirim,
Çavén xwe digirim.
Dem disekine.
Ez bi seré xwe dimînim.

Çav ú guhén xwe ve dikim.
Bé dengétîyé xof dikeve dilé min.
Pişkén barané rúyé min radimîsin,
Xofa dilé min belav dikin.
Şeva payîzé tenétîya min,
Bi hevaltîya xwe belav dike.

Ez li vir, hún li wir,
Hevúdin ra mizgîna hevrabúné dişînin.
Hévîdar bún, çavkanîya jîyané ye.
Bé hévî nemînin!
Berxwebidin, bijén, şîyar bimînin!
Roj nezike!

            20.11.2002-Saet 22:50
            Hamburg
            Hesen Polat.

Samstag, 15. März 2014

bajar (2)



„Îro tenê di navbera du saetan de
li nav sînga bajarê min pêncî çem xeniqandin“
Qudis wusa got
„Îro tenê di nav yek saetê de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.“
Hîva şeva ezmanê Santîago wiha ji min re got
„Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reşî pişta min
mejiyê gelek mirovên min perçiqandin.“
Hespekî reşî bijsor ê Afrikaî wiha ji min re digot.
Min jî got „Birano!
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin, ku deqîqe jî pê nehesiya.“


Çavkanî: şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb