„Îro tenê di navbera du saetan de
li nav sînga bajarê min pêncî çem xeniqandin“
Qudis wusa got
„Îro tenê di nav yek saetê de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.“
Hîva şeva ezmanê Santîago wiha ji min re got
„Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reşî pişta min
mejiyê gelek mirovên min perçiqandin.“
Hespekî reşî bijsor ê Afrikaî wiha ji min re digot.
Min jî got „Birano!
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin, ku deqîqe jî pê nehesiya.“
Çavkanî: şerko bêkes;
ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji
Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen