Mittwoch, 23. September 2015

Helbest Çi Dixwaze?

Xewna her peyvê ye helbestek bedew.
Û daxwaza her helbestê jinek bedew e.
Helbest, baskên zimana ne
Bi zimanê xwe negrin.
Bihêlin bila bifirrin
Ser lêvên jinên bedew.


Çavkanî: Yehya Omerî; Anatomiya Demsalên Zer, Evrensel Basım Yayın, Stembol 2015

Donnerstag, 23. Juli 2015

XAN

Çend roj e ev bajar
Min bi ser xanekê ve dajo
Her çar deriyê bajêr
Hatiye girtin
Û deriyê pêncan
Xanek li min hatî vekirin
Hê şûna mirc û çakûtan
Li kevirê reş e
Stûnên xanê
Çîroka bedewbûna xwe
Vedibêje bi piste pistê
Ji dem û civata xanê re
Dibe du par
Fikr û ramanên min di xanê de
Li aliyekî xanê
Ujdana min pal dide
Di nav kulîlke sor û zer de
Li aliye din
Xwe bi darda dike mirovatiya min
Di nav talana xanê de


Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir

Mittwoch, 11. Februar 2015

axî me

ez ji welatê axê me
                axî me yanê ez
ne niştecîhê liwê
                ne ê liha
                               ne ê dereke din
ne averêkirin min jê xilas dike
ne jî gavavêtinên dirêj ên bi bez
ji welatê axê me
axî me ez

                                               tebax1998stenbol


Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar