Donnerstag, 23. Juli 2015

XAN

Çend roj e ev bajar
Min bi ser xanekê ve dajo
Her çar deriyê bajêr
Hatiye girtin
Û deriyê pêncan
Xanek li min hatî vekirin
Hê şûna mirc û çakûtan
Li kevirê reş e
Stûnên xanê
Çîroka bedewbûna xwe
Vedibêje bi piste pistê
Ji dem û civata xanê re
Dibe du par
Fikr û ramanên min di xanê de
Li aliyekî xanê
Ujdana min pal dide
Di nav kulîlke sor û zer de
Li aliye din
Xwe bi darda dike mirovatiya min
Di nav talana xanê de


Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen