Çend roj e
ev bajar
Min bi ser
xanekê ve dajo
Her çar
deriyê bajêr
Hatiye girtin
Û deriyê
pêncan
Xanek li min
hatî vekirin
Hê şûna mirc
û çakûtan
Li kevirê
reş e
Stûnên xanê
Çîroka bedewbûna
xwe
Vedibêje bi
piste pistê
Ji dem û
civata xanê re
Dibe du par
Fikr û
ramanên min di xanê de
Li aliyekî
xanê
Ujdana min
pal dide
Di nav
kulîlke sor û zer de
Li aliye din
Xwe bi darda
dike mirovatiya min
Di nav
talana xanê de
Çavkanî: Ulku Bîngol;
Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir