Samstag, 23. Januar 2016

dergûș

Gava lașê sar ê Çarçira
Wek gûșîyên sermabirî
Ji sêdar hatin vekirin
Dar ma li cî
Jarên Sablaxê wê birin
Zivistan bû jî wê neșewitandin
Ji wan daran ji wan textan
Çar dergûș çêkirin
Ji wê rojê heta îro
Ew dergûș her digerin
Ji vê malê bo wê malê
Ji vî destî bo wî destî
Qey nabînî bi hezaran Qazî Mihemmed
Li ser goptîkê rawestine
Çek hildidin!
 
Çavkanî: Șêrko Bêkes; ji nav șiîrên min, wêșanên avasta, çapa duwem 2001, stembol. wergera ji soranî: rûken bagdu keskin, bedran hebîb. 

Sonntag, 17. Januar 2016

Milkê Evînê

Min milkekî heye li wê dewerê
Serkanîya evln û geș – asoya xwezîyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
 
Milkekî diherike û tê
Destan e, ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre, belê
Gewlaz e, ji axîn û keserê
Ku hê ji „Qalûbela“
Tarix e li enî û
                   nûsîn e, li bextê me.
 
Milkekî navserên li Mûnzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe.
Gava Roj dibișire li Mahabadê
Kerresî digermijin ji kêfa
Li dolik û mesîlên di Efrînê,
Li wan berwarên Çîyayê Kurda.
 
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
         tête kuștin
                   di ber da
Û jê
Her deq-qe perçeyek min
                   ji nû va dizê.
 
 
                                                       
Çavkanî: Rojen Barnas; Milkê Evînê, Wêșanên  NÛDEM, Çapa Yekem: Stockholm 1995, Rûpel: 37