Min milkekî heye li wê dewerê
Serkanîya evln û geș – asoya xwezîyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
Milkekî diherike û tê
Destan e, ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre, belê
Gewlaz e, ji axîn û keserê
Ku hê ji „Qalûbela“
Tarix e li enî û
nûsîn e, li bextê me.
Milkekî navserên li Mûnzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe.
Gava Roj dibișire li Mahabadê
Kerresî digermijin ji kêfa
Li dolik û mesîlên di Efrînê,
Li wan berwarên Çîyayê Kurda.
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
tête kuștin
di ber da
Û jê
Her deq-qe perçeyek min
ji nû va dizê.
Çavkanî: Rojen Barnas; Milkê Evînê, Wêșanên NÛDEM, Çapa Yekem: Stockholm 1995, Rûpel: 37
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen