Were
Berî
koçbûna şevşevoka
Berbanga
sibehê de
Min
bi xewnên şêrîn hişyar ke
Bi
ramûsanek aramî
Were
Were
ku ev dilê min
Wek
agirê dojehê dişewite
Bibîne
Û
hembêz ke sarbûna zivistanê
Were
ku bibîne
Ew
dilê min ê li hêviya te
Kevn
û kal bûye, bibîne
Bibîne
Û
bêje
Dilo
lo Dilo
Tu
gelek giriyayî şev û roj
Bi
nalûnal
Êdî
bes e
Rabe
ez hatim
Êdî
negrî
Îro
cejna te ye
De
rabe …
Mir
Serhedî/were
Çavkanî: Yakup Kizoglu; Kovara Nûbihar, Sal 23, Cîld
19, Payîz 2015. Rûpel: 84