Sonntag, 27. März 2016

Were

Were
Berî koçbûna şevşevoka
Berbanga sibehê de
Min bi xewnên şêrîn hişyar ke
Bi ramûsanek aramî
Were
Were ku ev dilê min
Wek agirê dojehê dişewite
Bibîne
Û hembêz ke sarbûna zivistanê
Were ku bibîne
Ew dilê min ê li hêviya te
Kevn û kal bûye, bibîne
Bibîne
Û bêje
Dilo lo Dilo
Tu gelek giriyayî şev û roj
Bi nalûnal
Êdî bes e
Rabe ez hatim
Êdî negrî
Îro cejna te ye
De rabe …
Mir Serhedî/were


Çavkanî: Yakup Kizoglu; Kovara Nûbihar, Sal 23, Cîld 19, Payîz 2015. Rûpel: 84

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen