ez b’xwe wiha fêm dikim
ji wê bang û ezana
ku tê xwendin rojê pênc caran:
tu heyî
lê ka tu jî haj ji xwe heyî?
haj ji rojê mesela
ku sibe dibe nîvro
nîvro bi hêdîka diqulipe ‘esrê
‘esr berê xwe dide êvarê
êvar dadiwere șevê
șev li qebrê
ez b’xwe wiha fêm dikim
ku qelb li min hêwire
hiș li min neçe tu derê
rezber2011wan
Çavkanî: Sidiq Gorîcan; Şev
û Roj Berniqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar, rûpel: 78
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen