Dienstag, 21. Juni 2016

Gilok a Min

Li ber çemé dîrokê rúniştime,
Saet, hefte, meh, sal derbaz dibin.
Dem nasekine, daîmî diherike,
Mîna Dîcleyé, Feraté, Múradé,
Mîna hemú çemén welaté min.

Dengé lesara çemé dîroké,
Ne tené qérîn ú nalînén mezlúman,
Ne jî tené şeqşeqa şúrén zaliman e.

Dem diherike,
Para min jîyana min e.
Ez para xwe ya ji demé,
Bi teşîyek xwar ú xúr dirésém,
Rîsé xwe gilok dikim.

Sekinandin çare nine, mirin e.
Leza min heye, roja xwe dipém,
Kengé rîsé min qedîya,
Giloka xwe hildigirim,
Ji vî warî bar dikim.
Goşt ú hestîyén min birizin jî,
Giloka min, dendiké bin erdé ye,
Roja xwe dipé.

Hesen Polat
01.01.2002, Hamburg