Li ber çemé dîrokê rúniştime,
Saet,
hefte, meh, sal derbaz dibin.
Dem
nasekine, daîmî diherike,
Mîna
Dîcleyé, Feraté, Múradé,
Mîna
hemú çemén welaté min.
Dengé
lesara çemé dîroké,
Ne tené qérîn ú nalînén mezlúman,
Ne jî tené şeqşeqa şúrén zaliman e.
Dem diherike,
Para min jîyana min e.
Ez para xwe ya ji demé,
Bi teşîyek xwar ú xúr dirésém,
Rîsé xwe gilok dikim.
Sekinandin çare nine, mirin e.
Leza min heye, roja xwe dipém,
Kengé rîsé min qedîya,
Giloka
xwe hildigirim,
Ji
vî warî bar dikim.
Goşt
ú hestîyén min birizin jî,
Giloka
min, dendiké bin erdé ye,
Roja
xwe dipé.
Hesen
Polat
01.01.2002,
Hamburg
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen