Êvarek havînê ye
Xwêdena rênçberan
Hîn necemidiye
Li ser eniya wan
Paniyên qelişî…
Lêvên terikî…
Hîn dipekin
Û di xewnên şîrin de
Zarokan bi dawî neaniye
lîstikên xwe
Ez jî diçim paletiya xeyalên
nîvco
Evînek stûxwar…
Tenêtî…
Durûtiya mirovan…
Çavkanî: Ulku
Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen