îsal jî berf helîya
reşêle
hatin û çûn
îsal jî bihar xilas
baran
sitirî
qirikan
çêlikên xwe firandin
çêlikan
qalikên xwe dirandin
îsal jî serma qediya
hat
havîn û tenik bûn libas
hêşînbûn
lemên kundirê
kulîlk
dan bi belgezerîn
îsal jî girtin darfêkiyên salyar
dilşad
kirin xweyiyên xwe
perperok
li hev hêwirîn
îsal jî umir kêm kir
dil
westiya
îsal jî şiîr nalî
salê
dewr kir
kêm kes pê hesiya
Çavkanî: Sidiq Gorîcan; Şev
û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar, rûpel: 116
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen