ev bajar di bin bandora civîkan de
bê hiş…
û gêj…
li taxên mirtiban bilind dibe dengê dîkan
car caran se direyin
serê vê sibê…
rojê xwe hilavêt di şahiya civîkan de,
serê sibê
li vî bajarê stûxwar
min xewnek dît
xewnek ji xewnên
bi kesera dîtina yara qemer
ewrên zêrîn û gewr
mîna pêlên behreke rawestî belav bûn,
li pêşqabilê trêjên rojhilat.
ew bajar bêdeng
ez di kesera evîna qemer de dilbirîn
serê sibê…
min xewnek dît.
Tîrmeh
1999
Çavkanî: azad avci;
dilopên nîsanê, Stembol 2008, Wêşanxana Komal.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen