Freitag, 28. Oktober 2016

Ew e Jiyana Te!



Ey şeva mina tarî,
Tehdidên gur û rovîyan,
Ji tarîtiya te quwet girtin.
Tirs û xofa min jî,
Bû hoparlora dengên wan.
Ew qêriyan,
Ew kuziyan,
Ez tirsiyam.

Wexta ronahî hat,
Tarîtî wenda dibe.
Gur û rovîyan jî va wusa dizanîbûn.
Lewma ji min re gotin,
Çavên xwe bigre û qet ve meke!

Her çiqas ku dengê dilê min,
Şevaqê lêxistîye, çavên xwe veke,
Tarîtî qeder nîne, digot jî;
Tirsonektiyê tarî kiribû dunya min.
Tehdîdên zaliman jî,
Jiyan didan xofa min.
Ji tirsan guhên min nedibîhistin,
Gaziya dengê dilê min.
Zordestîyê perde xistibû
Ber ronîya çavên min.

Dengê pak bê sedem diyar nedikir,
Qet tu kes,
Qasî însanên nexwezin bibînin kor;
Tu kes jî,
Qasî însanên nexwezin bibihîsin kerr nînin.

Ronahî û tarîtî,
Kîjanî dixwezî;
Ew e jîyana te!
 
            Hesen Polat
            26 ê Adar a 2002
            Hamburg / Elmanya

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen