Dîyarbekir
1925
sêdar,
ew darên mirinê,
bi kindir, zirav û berz.
sêdar,
li erdê dagirkirî,
bi destên bêbextan rastkirî.
sêdar,
mengeneyên mirina sar,
mirina xof û dijwar.
sêdar,
kujarê azadiyê.
sêdar,
sebebê rondikên zelal.
sêdar,
ezraîlê bi destê insanan çêkirî.
1997
Çavkanî: Serdar Roşan;
Bazên Welat, Stembol 2005, Weşanên DOZ.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen