Freitag, 1. Juli 2016

MOHRA XUDA

Êvarek havînê ye
Xwêdena rênçberan
Hîn necemidiye
Li ser eniya wan
Paniyên qelişî…
Lêvên terikî…
Hîn dipekin
Û di xewnên şîrin de
Zarokan bi dawî neaniye lîstikên xwe
Ez jî diçim paletiya xeyalên nîvco
Evînek stûxwar…
Tenêtî…
Durûtiya mirovan…


Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir