Sonntag, 7. August 2016

îsal jî



îsal jî berf helîya
            reşêle hatin û çûn
îsal jî bihar xilas
            baran sitirî
            qirikan çêlikên xwe firandin
            çêlikan qalikên xwe dirandin
îsal jî serma qediya
            hat havîn û tenik bûn libas
            hêşînbûn lemên kundirê
            kulîlk dan bi belgezerîn
îsal jî girtin darfêkiyên salyar
            dilşad kirin xweyiyên xwe
            perperok li hev hêwirîn
îsal jî umir kêm kir
            dil westiya
îsal jî şiîr nalî
            salê dewr kir
kêm kes pê hesiya


Çavkanî: Sidiq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar,  rûpel: 116