arîşe pirsa tu ji ku yî despê dike
peyv aloze digirin
nêrîn diguherin bi sifnekê dî
tê lomedarkirin bê tune
zarokên welatê serhedî
qudûm dişikên
hinav tên qewirandin bi şirneyên hovîtî
balkêş e
bersîva ez ji filan derê me ji hêla botan
ku fermandariyê dixe destê xemdariyê
wisa balkêş e
wisa enteresan
ne bi mejiyê req
ne bi zimanê belik
nayê helandin tu nexweşhalî û kêşe
tejî nabe gola aramiyê pê serabên tarî
û bi singên îşkedar û bi rik
karmend
xwendekar
kargehên bi tiqriq
kuncikên hêsîr
bêrîtên tirspêketî
gavên sist
raşebîniyê didêre ji biyanetiya bê welatî
xwendekar im
rawestam di cihê xwe de
pênûsa min li şaşiyê ket û nanivîse
ez karmend im karmend
eniya min şil e ji xwedanê
hişê min dipengize
bê welatî ye ev
koxa tenûra taxa min
bê quşxane û bê dîz e
adar1997bursa
Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen