Samstag, 18. Februar 2017

HEZAR Û YEK



Ji bona ji te hezkirinê
Sedemek tiqûtenê,
Lê hezar û yek hene
Ji bona nehezkirinê.
Ew yek,
Girantir davêje di mêzîna dil
Ji hezar û yekê dinê.

Gelo teraziya dilê min
Ne li saz e? An jî
Eqlê min hêsîr e, ji pejnan ra.
Lewra
Ne maqûl e, ku
Hezar û yek siviktir bin ji yekê,
Û yek ji hezar û yekê bêtir.


Çavkanî: Rojen Barnas: Milkê Evînê, Wêşanên Nûdem, Stockholm 1995

Sonntag, 5. Februar 2017

BIHAR



Gava dinê dibe bihar
Dibişkivin devî û dar.
Zozan têne gihartin zû
Mina cilên bûkên di nû.
Nêrgiz, sosin, kulîlk û gul
Direvînin xeman ji dil.
Dinya dibe wek gola şîn
Çîçek didin sed rengî bîn.
Xesma siban berbangê zû
Tev radibin ew teyr û tû.
Vêk ra dikin şahî û saz
Hişyar dibin hulîlk û baz.
Bilbil dibe dengbêjê wan
Dikit qîrin ji dil û can.
Pîroz dikin rojên di hev
Hin xweştir e biharê şev.

Çavkanî: Osman Sebrî; Dîwana Osman Sebrî, Berhevkar: A. Bali. Çapa duwemîn, Stembol 2004