Montag, 12. Februar 2018

Rojên Derbaz

Rojên min ên derbaz bûn,
Ber nadin dawiya min.
Her çiqas jibîr bikim jî,
Dîsan tên ber rêya min.

Hinek caran pelek zêrîn,
Yek caran qaytînek narîn,
Carcaran dengek bi nalîn,
Wan dîsan tîne bîra min.

20.06.2002, Berlin


Hesen Polat

Donnerstag, 8. Februar 2018

ÇÎROKA ME

Hatin
Şevereş bû
            û şevek tarî
Wek kuliyên berfê, ji esman
-Mîna risasê giran
            û mîna risasê sar-
Bi lezek dijwar
            mirin
                        dibarî.
Em çil mal bûn di gund de
Çil mal:
Bav, bira dê xwişk,
Ap, xal,
Xaltî û met
Bapîr û nevî
Gişk
Mîna xelekên rêzilê
Em hişk
          em hişk
bi hev ve bûn
Û em,
Heft rojî û heftê salî…

Hatin
Di beyaniya derewîn de
Nehiştin ku zeraqê Rojê
            di kûreya xwe ya germîn de
Biqijile.
Nehiştin stranên keçên xama
Bi bûkanî binizile
            li cobaran
Û hûn zanin?...
Nehiştin ku van sûtalên heft salî
Ji niha pêde hêlekanên xwe çêkin
Û hêla bin
            li gulyê daran.

Hatin
Bi rext û tifing û mîtralyoz bûn
Hatin
Bêpar bûn ji dilovanî
Ji aliyê mehrebanî ve
                        piştxûz bûn.

Em çil mal
-Bav û dê
            xwişk û bira,
                        ap û xal

Em giş
Kal û sûtal-
Kirin kadîna kayê,
            di mizgeftê de:

Şev bû
Şevereş bû
Zimanên pêtan pir-çiqulî
Diqelaştin kezeba şevê
Û dibiraştin dilê wê
            tanîn xwarê

Di serê nikulê singuyan de
Gurçik dipirpitîn hevalo!



Çavkanî: Rojen Barnas. Kadiz. Wêşanên Nûbihar. Stenbol 2013. Rûpel: 55-56