Hatin
Şevereş bû
û
şevek tarî
Wek kuliyên berfê, ji esman
-Mîna risasê giran
û
mîna risasê sar-
Bi lezek dijwar
mirin
dibarî.
Em çil mal bûn di gund de
Çil mal:
Bav, bira dê xwişk,
Ap, xal,
Xaltî û met
Bapîr û nevî
Gişk
Mîna xelekên rêzilê
Em hişk
em
hişk
bi hev ve bûn
Û em,
Heft rojî û heftê salî…
Hatin
Di beyaniya derewîn de
Nehiştin ku zeraqê Rojê
di
kûreya xwe ya germîn de
Biqijile.
Nehiştin stranên keçên xama
Bi bûkanî binizile
li
cobaran
Û hûn zanin?...
Nehiştin ku van sûtalên heft salî
Ji niha pêde hêlekanên xwe çêkin
Û hêla bin
li
gulyê daran.
Hatin
Bi rext û tifing û mîtralyoz bûn
Hatin
Bêpar bûn ji dilovanî
Ji aliyê mehrebanî ve
piştxûz bûn.
Em çil mal
-Bav û dê
xwişk
û bira,
ap
û xal
Em giş
Kal û sûtal-
Kirin kadîna kayê,
di
mizgeftê de:
Şev bû
Şevereş bû
Zimanên pêtan pir-çiqulî
Diqelaştin kezeba şevê
Û dibiraştin dilê wê
tanîn
xwarê
Di serê nikulê singuyan de
Gurçik dipirpitîn hevalo!
Çavkanî: Rojen Barnas.
Kadiz. Wêşanên Nûbihar. Stenbol 2013. Rûpel: 55-56
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen