çengek din min vexwara…
dildarê kaniyê wê me,
der dibin ji tehta,
spî,
zelal,
qir qeşa,
qir-qeşa ye ava kaniyên welatê min…
ku asik diçêrin, kerî…
ref ref kew têne ser wan
û şivan li bilûrê dixe
bêrîvanî têhn, kerengvanî westayî
xwe berdidin dora wan…
te, pûng diye,
nedîbe te bihîstiye…
ya navê kevzêş
keçikekê çizmazk daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike, „koçerêêê!“
koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma…
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!
Çavkanî: Arjen Arî: ramûsan min veşartin li geliyekî,
weşanên avesta, 1999, rûpel: 55-56
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen