Sonntag, 31. Dezember 2017

Çavnebar

di zaroktiya min de
kitikên min hebûn
mîna xewnên şevên min ên dirêj
regorengo û dibiriqîn

di xortaniya min de
kevokên min hebûn
bi baskên xwe
azadî ji ber dikirin

di zilamtiya xwe de
destbirakên min hebûn
her yek zinarekî ji pola
gul berhev dikirin ji nava birînan

gundekî min hebû
şên bû, şa bû
ji stêrkên havînê
bêtir azad bû

di payîzeke şilî û malkambax de
teyroka çavnebaran barî
ne gund, ne kitik, ne kevok
qesra xweşiyê jî hilweşiya



Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 106

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen