li
ser qetlîama Roboskî
Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin
Tarî ronî bû
Bîbika çavên qantiran mezin û mezin bûn
Hejmara çavên wan zêde bûn
Çavên mirovan ji hevûdin xatir dixwest
Çav û laş ji hev derbas bûn
Bêje bi heznî ne
Li vir Pablo Picasso bîr bînin – Guernica
Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin
Navê wan qaçaxçî bû
Bi xizanî ji sînoran derbas dibûn
Xizaniyê ji sînora derbas dikirin
Navê wan qaçaxçî bû
Hezar car jî qaçaxçîtî bikirana
Jiyana wan tu car nediguherî
Cara dawî cuda
Ewê jî wan nedît
Çendîn sal
ewil gulle, îro jî bombe
Çendîn sal ewil sî û sê
Îro yek jî ser da
Kirîvo rewşê naweşînin, dibêjin nenivîsin
Kirîvo komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê weşan kor dibin
Kirîvo bixwazin nexwazin li vir Ahmed Arif tê bi
bîr
Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin
Ne hewce ye
Berdin bila tarî be…
Çavkanî: Mem Med, Berdin
bila tarî be, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2012
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen