Gava tu diçî rabûn rûniştandina te dimîne
Tunebûn ji te ye, hebûna te jî dihewîne
Mîna ku ro diqulibe tîna wê dimîne
Were berxa min were
Şibak li benda heyvê dimîne
Te her li cî rûyê xwe xistiye
Li ser diyara
Li serê riya
Li belgê dara
Li bîlboarda
Dema tu niqûtî dilê min
Jiyanek nû li min peyda bû
Mîna adarê av diçe darê
Çavkanî: Mem Med, Berdin
bila tarî be, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2012
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen