Donnerstag, 27. Mai 2021

Bêjin çiyakê min bila bêriya min neke

 

Di ber guhê çiyakê min de bêjin
Bila ewqas bêriya min nekê
Singa min a çepê ku firiya bû bi gulleyekê re
Goristan e vêga ji wê perperîka şîn re
Û fera dilê min di bin zinarekî de
Guldank e ji taya Nêrgizê re
Çi bikim hîna girêka kor e ev çîrok
Stêrka ji xwînê ye welat.
 
Eger hat û eza parzinkirî ji pelkên gwîzê qerimîm
Li xerîbiyê
Wê ev tenêbûna bi serpûşa mor î qedîfeyî
min di nav fîstanekî binevşî de mirî
lê hîna evîndar
li te vegerîne.

 

Çavkanî: Fatma Savci. Danê Baranê. avesta. Stembol 2018. Rûpel: 9

Montag, 18. Januar 2021

Qerez

Çendî min dixwest
Hevîrê demê
Ji arvanê şahiyê bistirêm
Û ji rengên bedewiya te
Keskesorekê…
            Lî ser sîngê asîmên raxînim.
Min dixwest zaroktiya sibehan
Bi tîpên nazdariya te bilîskînim
Û henaseyên buharê
            Di xortaniya xewnên te berdim.
Min pir hewil da
Axîn û nalînan
Ji gewriyên birîndar derxînim
Û di bin latê jibîrkirinê de
            Wan bihelînim.
Min xwest birînên bajaran
Bi deziyê mirovahiyê bidrûm
Rondikên dayîkan
Di nav xêzên helbestê de
            Zuha bikim
Zarokên ku
Li ber kêlikên dayikan rûniştine
Ji şîrê şahiyê venekim
Û şîna peyvê
Bi mizgîniya hêsayîbûnê rawestînim
Qederê…
Qerez bi min kir
Ne tenê xewn û hêvî
Ji tûrikê min daweşandin
Lê…
Sorbûna xwînê
Bi ser çîkdana hêviyan de darivand
Ez bûm hevalê êşê
Û hestên min
Berve hawarên zeytûn
            Û merxên te bazdan.


Çavkanî: Vejîna Kurd. Gulistan Pîr Nabin. Sersera. Çapa yekem 2019. Rûpel: 77-78