Mittwoch, 27. März 2013

EZ Û TU


Tu av î
ez kanî me
tu xwîn î
ez tamar im
tu mêjî yî
ez serî me
tu roj î
ez tîrêj im
tu beng î
ez bengî me
tu nebî
ez li ku me

Çavkanî: Raif YAMAN; Xewna Avê, Weşanên Pêrî, Stembol, Rezber 1998

Sonntag, 24. März 2013

ŞEMITÎNA STÊRKAN


Ku şemitîna stêrkek
Nimaya mirina yekî mezin be;
Herşev ji esmanê me
Stêrk dişemitin bê hejmar.

Ne bêsedem û beyhûde ye,
Ku hêvîdarên siberoj in, em.
Me welatek wer zayok heye
Ranaweste li ber rihsitîn tu car.

Neşemitin stêrk! bêsedem,
Nexuricin bê şop û bê ronahî.
Xuricîna we, divê azahî.
Tov ke li dû xwe, bi kerem.

Çavkanî: Rojen Barnas; MILKÊ EVÎNÊ; Weşanên NÛDEM, Stockholm 1995

Freitag, 22. März 2013

sibe Newroz e


hêvî ne libên tizbeha min
ta, ji sebrê semax e
qutîya min mişt tûtina qaçax e
bîhna Helhelê ye
diçe û tê
û difûre bi qevzên min re li hepsê
sibe seredana min tê
qewitîya nêrgizekê kirime
û gotime bîne
hûçkên kirasê xwe de
kevir
pîşo
û heste!

sibe Newroz e!


Çavkanî:  Arjen Arî; ramûsan min veşartin li geliyekî, Wêşanên Avesta 2000, Stembol

Donnerstag, 14. März 2013

ŞÎNA ZAROKÊN LI HELEPÇE HATIN QETILKIRIN


Hun wisa dilgeş û kamran in ku îdî
Tevkujîya zarokan jî nikare we xemgîn bikê
Ma ne em bûn ku me nalîna mezlûmekî
Zelzeleke cîhanî qebûl dikir ji bona herkesî

Berê mirî nefesa xwe ya dawî didan û dimirin
Li Helepçê zarok ji vê jîhatin mehrûmkirin
Dayîkno we çima em nefetisandin hengama welidandinê
We çima em mehkûm kirin ku em bibînin vê rezaletê

Ew ku çîya nikarin rahêjin vî barî, ma çawa
Wê rahêjin milê me van hemû tabûtan bi carekê
Hîroşîma, Veyetnam, Efxanistan, Filistîn
Têr nekir xwîna zarokan Dehhakê demê

Heyf e ku em bi qasî Kawa jî nehatin ku Kawa mir
Lê Dehhak hezeran Dehhakan welidand bi carekê
Bila bigrî welatê Selahaddînê binavûdengê min
Bila bigrî Qudsa Ezîz li ser vê qederê

Gelo em çawa dijîn di bin vê zîlletê de çawa
Mîna keriyek kerr, keriyek lal, keriyek kor
Bila di mejiyê me de rabê qîyamet eger wê rabê
Yan raperînek birûmet, yan bila tevkujîyek giştî biqedê

Gulan 1988


Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Mittwoch, 13. März 2013

helepçe


Çardeyê mehê bû
Li ser Goyjê
ba qelema min firand.
Dema min dît û pê nivîsî
kom kom firîyan peyvên min.

Panzdeyê mehê bû
Sîrwan qelema min bir
Çaxê min girt û pê nivisî
Bûn masî helbestên min

Şanzdeyê mehê bû
Ax şanzdeyê mehê!
Ku Şarezûr qelema min wergirt
Dema vegerand ku ez binivîsim
Wek Helepçe hişk bûbûn tilîyên min.


Çavkanî: şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb

Montag, 11. März 2013

DIL


Bila nexweş nekevê
Ti dem zarokê sêwî
Bila yê min bin, yê min
Qeza û belayê wî

Xemên wî bila yê min
Nexweşîyên wî yê min
Û hemû şahîyên min
Bila bibin malê wî

Neyê birrîn dengê wî
Neyên girtin çavê wî
Bila bigrî, jenga dil
Pak dikin histêrê wî

Di dil de bayê sibê
Kenê zarokên wisa
Xwezî ew destên biçûk
Min şev û roj ramûsa

Sibat 1981

Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol