Ku şemitîna stêrkek
Nimaya mirina yekî
mezin be;
Herşev ji esmanê me
Stêrk dişemitin bê
hejmar.
Ne bêsedem û beyhûde
ye,
Ku hêvîdarên siberoj in, em.
Me welatek wer zayok heye
Ranaweste li ber rihsitîn tu car.
Neşemitin stêrk! bêsedem,
Nexuricin bê şop û bê ronahî.
Xuricîna we, divê azahî.
Tov ke li dû xwe, bi kerem.
Çavkanî: Rojen
Barnas; MILKÊ EVÎNÊ; Weşanên NÛDEM, Stockholm 1995
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen