Dienstag, 21. Mai 2013

Nekujin


çûkan nekujin zarokno
ew hevalên we ne
            nêzîkê we ne
ew dilşahîya we ne
delal û rindikên we nin
biavêjin ji destan wan berqenîkan
lepên xwe yên kel
            lêvên xwe yên bi kenîn
                        pêsîrên xwe yên hênik
                        bikin ji bo wan xan û hêlîn
bila nesilikin ji we
hûn ên hev in
hûn rehma dinê nin
bila bileyzin li bax û bostanên we
li serê darber û devçemên we
dê kê bê li kuleka we bivede
bistrê û bo we tebessim bike
ew tunebin heke…?

zorokan nekujin mezinano
ciwanan çalê erdê nekin
heyîna wan semyana we ye
            dilşahî û çavên we ne
bidin avêtin çekên gemar ji wan destên narîn
nêzîkê hev bin
bila cih biguhêze qêr û hewar
            bi kilamên evînanîyê re
bila hevdû himêz bikin
bi çîçek û leyistokên elwan
bi qelem û pirtûkan
dê kî bê li kêleka we birûne
bikene û rûyên we maç bike
ew tunebin heke…?

                                               Sermawez1997bursa

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar

Mittwoch, 8. Mai 2013

eşq


Ba gazin ji porên Kalê kir
çima xwe dane hev û
nayên pê re nareqisin.
Porên xembar gotin:
Heta tilîyên Kakil
xwe li me nepêçin
em bi kesî re nareqisin.
Ba got:
Eger ku ew tilî zîz bûn,
an weşîyan!
Porên kelegirî gotin
Wê gavê em ji xwe kurr dikin.

Çavkanî: şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb

Mittwoch, 1. Mai 2013

BANG


Banga du yemîn e
Bo mêrên çê
Bo kesên xwedî reşbelek
Bo kesên pirtûk û atlas dinasin re
Bo nêrîna li demê
Vê dema wêran û sotîkirî

Mirovanî ketîye kura risasî
Dernayê
Dilê dayîkan kezeba bavûbiran dişewite
Êdî bi qoqê cebanî wilo
Wilo rewşzanin li rê naçe

Dem bêzar e
Dem neçar e
Bêdengîya rojane
Birîna demê bi derman nabe

Ne ji  giranî û ne ji mêranî ye
Ne ji zanîn û ne ji neqamî ye
Ketina rekiha hesinî
Kefenê rewşenbîrî ye

Dewran keslan e
Dewran zexel e
Wext kurmî û bê mecal e

Sersarî
Mîna bizmarê zingarî
Di seldilkê ronahîyê de çikandî
Hêdî hêdî agirê mirinê dilorîne

Piştî kambaxîyê
Awaza li ser cebanan
Bê azad û bê tewaş e

Çavkanî: Medenî Ferho; BANGA HAWARÊ, weşanên NÛDEM, Çapa yekem: Stockholm 1996