çûkan nekujin
zarokno
ew hevalên we ne
nêzîkê we ne
ew dilşahîya we ne
delal û rindikên
we nin
biavêjin ji destan
wan berqenîkan
lepên xwe yên kel
lêvên xwe yên bi kenîn
pêsîrên xwe yên hênik
bikin ji bo wan xan û hêlîn
bila nesilikin ji
we
hûn ên hev in
hûn rehma dinê nin
bila bileyzin li
bax û bostanên we
li serê darber û
devçemên we
dê kê bê li kuleka
we bivede
bistrê û bo we tebessim bike
ew tunebin heke…?
zorokan nekujin mezinano
ciwanan çalê erdê nekin
heyîna wan semyana
we ye
dilşahî û çavên we ne
bidin avêtin çekên
gemar ji wan destên narîn
nêzîkê hev bin
bila cih biguhêze
qêr û hewar
bi kilamên evînanîyê re
bila hevdû himêz
bikin
bi çîçek û
leyistokên elwan
bi qelem û
pirtûkan
dê kî bê li kêleka
we birûne
bikene û rûyên we
maç bike
ew tunebin heke…?
Sermawez1997bursa
Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen