Banga du yemîn e
Bo mêrên çê
Bo kesên xwedî reşbelek
Bo kesên pirtûk û
atlas dinasin re
Bo nêrîna li demê
Vê dema wêran û
sotîkirî
Mirovanî ketîye kura
risasî
Dernayê
Dilê dayîkan kezeba
bavûbiran dişewite
Êdî bi qoqê cebanî
wilo
Wilo rewşzanin li rê
naçe
Dem bêzar e
Dem neçar e
Bêdengîya rojane
Birîna demê bi derman nabe
Ne ji giranî û ne ji mêranî ye
Ne ji zanîn û ne ji neqamî ye
Ketina rekiha hesinî
Kefenê rewşenbîrî ye
Dewran keslan e
Dewran zexel e
Wext kurmî û bê mecal e
Sersarî
Mîna bizmarê zingarî
Di seldilkê ronahîyê de çikandî
Hêdî hêdî agirê mirinê dilorîne
Piştî kambaxîyê
Awaza li ser cebanan
Bê azad û bê tewaş e
Çavkanî: Medenî Ferho; BANGA HAWARÊ, weşanên NÛDEM, Çapa
yekem: Stockholm 1996
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen