Sonntag, 18. Dezember 2016

Albûm



-Te soz da min
Rismê wan nîşanî min dî
Ku weke mom
Di şevên jîna te de pêketin
Yên ku tu ji wan hez dikî
Yên ku te ji wan hez kiriye
-Ji wê roja min soz da te
Li dûv albûmekê me
Ku di nava xwe de
Wêneyên hemû jinên vê dinyayê
Hildigire


Çavkanî: Abdulla Peşêw; Birakujî, Werger ji soranî: Rûken Bağdu Keskin / Bedran Hebîb. Çapa Duyem 2014 Stembol, Weşanên avesta.

Donnerstag, 1. Dezember 2016

biyanetî

arîşe pirsa tu ji ku yî despê dike
peyv aloze digirin
nêrîn diguherin bi sifnekê dî
tê lomedarkirin bê tune
                zarokên welatê serhedî
                qudûm dişikên
                hinav tên qewirandin bi şirneyên hovîtî
 
balkêş e
bersîva ez ji filan derê me ji hêla botan
                ku fermandariyê dixe destê xemdariyê
wisa balkêş e
                wisa enteresan
ne bi mejiyê req
ne bi zimanê belik
nayê helandin tu nexweşhalî û kêşe
tejî nabe gola aramiyê pê serabên tarî
û bi singên îşkedar û bi rik
 
karmend
                xwendekar
                               kargehên bi tiqriq
                                               kuncikên hêsîr
                                               bêrîtên tirspêketî
                                               gavên sist
raşebîniyê didêre ji biyanetiya bê welatî
 
xwendekar im
                rawestam di cihê xwe de
pênûsa min li şaşiyê ket û nanivîse
ez karmend im karmend
eniya min şil e ji xwedanê
hişê min dipengize
bê welatî  ye ev
koxa tenûra taxa min
                bê quşxane û bê dîz e
 
                                                               adar1997bursa
 
 
Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar

Dienstag, 8. November 2016

ew roj



eva ew roj ku
kêfa min ji kîjan stranê re bê
ez dê wê stranê bistrêm…
tu kes dê ji min nepirse,
„gelo tu îro çawayî?“
loma dê ez
di „roja mezin“ de
rûkenbim…

roj

roj

„roja mezin“…

                        Gulan 2002

Çavkanî: azad avci; dilopên nîsanê, Stembol 2008, Weşanên Komal.

Freitag, 28. Oktober 2016

Ew e Jiyana Te!



Ey şeva mina tarî,
Tehdidên gur û rovîyan,
Ji tarîtiya te quwet girtin.
Tirs û xofa min jî,
Bû hoparlora dengên wan.
Ew qêriyan,
Ew kuziyan,
Ez tirsiyam.

Wexta ronahî hat,
Tarîtî wenda dibe.
Gur û rovîyan jî va wusa dizanîbûn.
Lewma ji min re gotin,
Çavên xwe bigre û qet ve meke!

Her çiqas ku dengê dilê min,
Şevaqê lêxistîye, çavên xwe veke,
Tarîtî qeder nîne, digot jî;
Tirsonektiyê tarî kiribû dunya min.
Tehdîdên zaliman jî,
Jiyan didan xofa min.
Ji tirsan guhên min nedibîhistin,
Gaziya dengê dilê min.
Zordestîyê perde xistibû
Ber ronîya çavên min.

Dengê pak bê sedem diyar nedikir,
Qet tu kes,
Qasî însanên nexwezin bibînin kor;
Tu kes jî,
Qasî însanên nexwezin bibihîsin kerr nînin.

Ronahî û tarîtî,
Kîjanî dixwezî;
Ew e jîyana te!
 
            Hesen Polat
            26 ê Adar a 2002
            Hamburg / Elmanya