piştê her stiranekê
ku
bi zarokan re digirî
û
bi çivikan re difire
piştê her melodoyekê
ku
dil û xeyalê dixe rêwîtiyê
û
berê wan dide dem û diyarên bihûrî
helbest her û hey amade ye
ku
biteqe ji qelbê min ê zelzeleyî
wek
çiyayên hinavpizot
wek
çiyayên gewrîsor û pêtlêdayî
berfanbar2011diyarbekîr
Çavkanî: Sidiq Gorîcan; Şev
û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar, rûpel: 182
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen