ku çemek bajarekî bike du şeq
dê biponijin taxên dûr li ser şevê
tu ji kîjan alî yî
ku deryayek xwe bispêre çiyayekî
dê reşî her meyla bayî bike
tu li kîjan alî yî
ku ewrek têkeve nava erd û esmanan
dê ziman bilebite di devê berşîrekî de
tu ji kîjan peyvê yî
ku cudayî bi evînekê bigire
dê bîranîn şûrê xwe tûj bikin
tu ji kîjan devê şûrî yî
Çavkanî: Selim Temo;
Keştiya Bayê, Stembol 2018, çapa duyem, Wêşanên Dara, rûpel: 38
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen