Do…
Dîsa tu,
Hatî bîra min.
Şev reş bû,
Tarî…
Tarîstan.
Dîsa deriyên derdan,
Li min vebûn,
Ji kulan re,
dil bû nîşan.
Do…
Dîsa min,
Qutiya dil,
Ji te re vekir.
Û ez,
Bi xiyalan re,
Ketim şer,
Bi evînên,
Mirî,
Û nîvcû re,
Min kir ceng.
Qêrîna min,
Bihîst kerran,
Dîsa te serî neda,
Û ne jî,
Ji te derket deng.
Çavkanî: Felat Dilgeş; Bi
xatirê te zimano Stenbol 2014, Çapa duyem, Weşanxana Nûbihar, rûpel: 68-69
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen