di destekî
min de misas
di ê din de
boça hêlet
li pêşîya
min du gayê zerî
cotkar im ez
di destekî
min de rayê telbîs
di ê din de
pîjê serhildan
li pêşîya
min ronahîya rojan
tovê rizî me
ez
di destekî
min de kef û pêçik
di ê din de
qalûncek tûj
li pêşîya
min genimê sor
palevan im
ez
di destekî
min de bilûr
di ê din de
berxikek kulek
li pêşiya
min kerîyê pêz
şivan im ez
di destekî
min de zont
di ê din de kulîngê
dudev
li ser milên
min ava bûn
mizgefta „Bursê“
û qesra „Topkapi“
û abîdegor*
karker im ez
di destekî
min de pênûs
di ê din de wêneyê
pepûkan
di mêjiyê
min de dilînê bindestan
helbestvan
im ez
Çavkanî:
BERHÎM PAŞA;
GAZIYA MIN, Weşanxaneya Nûbihar, Îlon 1997 Stembol
*Anitkabîr