Sonntag, 20. Januar 2013

tunetî ye


roj diqede
                tu şewilî yî
dikevî rê
                tê û digihî malê
biçûkên te tên pêşîya te
çavên wan li şekirekî ye
                an piskivêtekî ye
                an jî poşetekê fekîyan

tunetî ye
hebek ji wan jî tune
te  destên xwe li ber xwe de berdaye
tu li wan dinêrî ew li te
bayê hûznê jî firûziyan dide li dorê te

tunetî ye
bila bibe
destên xwe di serê wan de bîne
destên wan bigre û bikene qenebe
an jî rûne,
ji hevalekî xwe re
                ku cîhekê dûr e
namayekê binivîse
qala bayê hûznê bike
behsa çîroka tunetiyê bike

îşev ew jî bes e
di cihê xwe bigire…

                            tîrmeh/1998/stenbol

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen