Mittwoch, 30. Januar 2013

HELBESTVAN IM EZ


di destekî min de misas
di ê din de boça hêlet
li pêşîya min du gayê zerî
cotkar im ez

di destekî min de rayê telbîs
di ê din de pîjê serhildan
li pêşîya min ronahîya rojan
tovê rizî me ez

di destekî min de kef û pêçik
di ê din de qalûncek tûj
li pêşîya min genimê sor
palevan im ez

di destekî min de bilûr
di ê din de berxikek kulek
li pêşiya min kerîyê pêz
şivan im ez

di destekî min de zont
di ê din de kulîngê dudev
li ser milên min ava bûn
mizgefta „Bursê“ û qesra „Topkapi“
û abîdegor*
karker im ez

di destekî min de pênûs
di ê din de wêneyê pepûkan
di mêjiyê min de dilînê bindestan
helbestvan im ez


Çavkanî: BERHÎM PAŞA; GAZIYA MIN, Weşanxaneya Nûbihar, Îlon 1997 Stembol
*Anitkabîr

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen